Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû 2023-10-05 15:36:19   AMED - Umît Akbiyik li ser sedan kesan îfade da û gelek kes da girtin. Yek ji wan jî Mizgîn Karataş bû. Karataş, di danişîna ewil de hate tehliyekirin.    Şahidê eşkere Umît Akbiyik li ser sedan kesan îfade da û di 25’ê nîsanê di çarçoveya îfadeyên wî de li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Yek ji kesên hatibû girtin jî Mizgîn Karataş bû. Danişîna ewil a Karataş li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Karataş û parêzerê wê Hasan Yalçin di danişînê de amade bûn. Şahid Akbiyik jî li Kirşehîrê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    Di îdianemeyê de hat îdiakirin ku Karataş di mala xwe de endamên rêxistinên hewandiye û ji endamên rêxistinê re gotiye “mala biewle.” Karataş, li dijî van îdiayan parastina xwe bi kurdî kir û ev îdia red kir.    Karataş, anî ziman ku di 16’ê mijdara 2021’an de ji Stenbolê bar kiriye Amedê û wiha got: “Min ew mala behsa xeberê kirê kir. Di 9’ê hezîrana 2022’yan de min ew mal vala kir û li mala dayika xwe mam. Min li mala duder a kirêkirî tenê tiştên xwe hişt. Tu kes li vir nema li mala min. Ez şahid Akbiyik nas nakim û min ne ew û ne jî tu kesên din li mala xwe nehewandiye. Ez zewicî me û zarokên min hene. Dema hevjînê min li malê nedima, min tu caran mêfanên zilam nedigirt malê ku civaka me jî vê yekê qebûl nake. Îfadeyên şahid rast nînin.”    KARATAŞ: EZ MEXDÛRA DOZÊ ME   Bi domdarî Karataş wiha got: “Ez mexdûra vê dozê me. Sûcdarê esasî şahid e. Lê ew şahid niha li derve ye. Ji bo xwe ji ceza xelas bike, navê min û kesên din da. Kurê min ê 4 salî li gel min di girtîgehê de dimîne. Ev yek bandoreke neyînî li ser gihaştina wî dike. Ji bo tenduristiya zarokê xwe, ez daxwaza tehliyeya xwe dikim.”    SEROKÊ DADGEHÊ JÎ NAKIKÎ FERQ KIR    Şahidê eşkere Umît Akbiyik jî hûrgiliyên di îfadeya wî ya ewil de nebûn li îfadeya xwe zêde kir. Di îfadeya xwe de siyasetmedar Z.K. weke “endamê rêxistinê” vegot û îdia kir ku tevî Z.K. û A.P. li mala Karataş mane. Akbiyik, got ku di meha îlona 2021’an de çendek caran li mala Karataş ma ye. Li ser vê yekê îfadeya Akbiyik ya li dadgehê û ya li emniyetê hev negirt. Serokê dadgehê ev nakokî ferq kir û bi bîr xist ku di îfadeya xwe ya ewil de Akbiyik gotiye ku di mijdara 2021’an de li mala Karataş maye û ev nakokî li girtekê da nivîsandin.    Her wiha hevnegirtina îfadeyên li emniyet û dadgehê ji Akbiyik hate pirsîn û wî jî got: “Wê demê min derheqê gelek kesan de îfade da. Dibe ku ji ber zêdeîfadedayînê min ev xal ji bîr kiribe.”    ÎDIAYA LIDARXISTINA CIVÎNA LI MALA KU KARATAŞ KIRÊ NEKIRIYE   Parêzer Hasan Yalçin jî destnîşan kir ku şahid di îfadeya xwe ya di 12’ê çileya 2022’yan de dibêje ku li mala miwekîla wî hêj civînên rêxistinî tên lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Miwekîla min di navbera 16’ê kanûna 2021’ê û 9’ê hezîrana 2022’yan de ew mal kirê kiriye. Îfadeyên şahid rast nînin. Di tespîtkirina navnîşanê ya piştî îfadeya şahid de jî xuya bû ku miwekîla min li wir ne rûdinişt. Her wiha şahid dibêje ku di gulana 2021’an de li mala miwekîla min civîn hatiye lidarxistin. Lê belê miwekîla min di 16’ê kanûna 2021’an de hatiye wê malê. Îfadeyên Akbiyik hev nagirin.”   Piştî parastinan, dozger mutalaaya xwe da. Di mutalaayê de dozger xwest ku bi sedema “ji bo endamên rêxistinên mala biewle peyda kiriye” û “pêwendiya wê bi wan re heye” û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û 15 roj cezayê hefsê li Karataş were birîn û rewşa wê ya girtî bidome.    Parêzer Yalçin jî daxwaza tehliyekirina miwekîla xwe kir.    BIRYARA TEHLIYEYÊ HATE DAYÎN   Dadgehê ji bo Karataş biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 14’ê mijdarê kir.