Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir 2023-10-05 14:59:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.    Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan, dewleta tirk di êrişên xwe de santrala ceyranê û stasyona petrolê hedef girt.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; mezreya Mişêrfe Himê ya Hesekê, wesayîteke li ser rêgeha Himê, stasyona Himê, derdora kampa Waşokanî, gundê Tiwêla yê Til Temirê, bendava li gundê Til Hebeş û ya li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê 11 caran hatin bombebarankirin.    Di encama bombebarankirina mezraya Mişêrfe Hime ya li ser rêya Til Temir-Hesekê de welatiyên bi navên Elî Hemo Naso (70), Beşîr Îsa Hemîd (49), Ebdulezîz El Mihemed û Ednan Behro Ebdullah birîndar bûn.    Santrala Ceyranê ya Bendava Xerbî de Hesekê jî bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) hate bombebarankirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku beşeke mezin a Hesekê û çoltarên wê ceyrana xwe ji vê santralê pêşwazî dike.    Her wiha stasyona petrolê ya Seîde ya bajarê Tirbespiye ya Kantona Qamişlo jî hate bombebarankirin. Stasyona petrolê ya Seîdê ya li Tirbespiyê ku li herêmê girîngtirîn avahiya stratejîk e û ji 2 stasyonên sereke pêk tê, di heman demê de ceyranê dide kuleyên ragihandinê yên zêdetirî 15 gundên bakurê navçeyê.