Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin 2023-10-05 14:35:24   MÊRSÎN - Li Mêrsînê di serdegirtina malekê de du bira hatin binçavkirin.    Polîsan îro serê sibê li taxa Guneş a navçeya Akdenîza Mêrsînê bi ser mala malbata Işik de girtin. Polîsan piştî serdegirtinê tiştên malê ser û bin kirin û Mehmet û Zana Işik ên birayên hev binçav kirin.    Sedema binçavkirina her du birayan nehat zanîn. Her wiha kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.