Darizandina Beştaşê hate rawestandin 2023-10-05 14:05:36   AMED - Biryar hate dayîn ku darizandina parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş bê rawestandin.    Danişîna doza parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş ku piştî di sala 2016’an de li Meclisê parêzbendiya parlamenteran hatibû rakirin hatibû binçavkirin û dû re bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” doz lê hate vekirin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate li dar xistin. Parêzerên Beştaş, Mesût Beştaş û Mehdî Ozdemîr beşdarî danişînê bûn. Parêzeran diyar kir ku muwekîla wan di hilbijartinên 2023’yan de ji Erziromê jinûve parlamenter hatiye hilbijartin, ji ber vê yekê jinûve mafê parêzbendiyê bi dest xistiye û xwest ku darizandina Beştaş bê rawestandin.    Dozgerê ku têkildarî daxwazê mutalaaya xwe pêşkeş kir, îşaret bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a têkildarî parêzbendiya Enîs Berberoglû û Omer Farûk Gergerlîoglû kir. Dozger diyar kir ku bi hilbijartina parlamenteriyê ya jinûve Beştaşê li gorî xala 83’yemîn mafê parêzbendiyê bi dest xistiye û xwest ku darizandina Beştaşê bê rawestandin.    Dadgehê jî biryar da ku darizandina Beştaşê bê rawestandin.