Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin 2023-10-05 13:15:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov a Tirkiyeyê motorsiklêtek li nêzî gundê Xirab Eşkê yê li başûr-rojhilatê Kobanê li ser rêya M4 bombebaran kir.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); li gorî agahiyên ku spart çavkaniyên xwecihî hat zanîn ku balafireke bêmirov a (SÎHA) a dewleta tirk li ser rêya M4 li nêzî gundê Xirab Eşkê yê li başûr-rojhilatê Kobanê motorsiklêtek bombebaran kir. Hat ragihandin ku agahiyên zêde û zelal nehatine bidestixstin.