Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin 2023-10-05 13:14:47   ENQERE - Rojnameger Firat Can Arslan û Dîlan Babat dema li Konyayê merasîma definkirina cenazeyê Nagihan Akarsel dişopandin hatin binçavkirin û derheqê wan de doz hatibû vekirin. Ji bo Arslan û Babat biryara betaetê hate dayîn.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama sûîqestekê de hate qetilkirin. Nûçegihanê ajansa me Firat Can Arslan û nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babat dema di 13’3e cotmeha 2022’yan de merasîma definkirina cenazeyê Akarsel li Konyayê dişopandin, hatin binçavkirin. Derheqê Arslan û Babat de bi îdiaya “Kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan dan” doz hate vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hate lidarxistin.    Rojnameger Babat li Edliyeya Enqereyê û rojnameger Firat Can Arslan ku ji ber dosyayeke girtî ye jî li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    ‘ME TU KES HEDEF NEGIRT’    Rojnameger Babat tawanbariyên li wê tên kirin red kir û got ku ew xebatê rojnamegeriyê dike. Babat, wiha got: “Me tu kes hedef nîşan nedaye. Fermandarê lîwayê gefa ‘Ez ê we ji vir bibim û tu kes cesedê we jî nabîne’ li min û hempîşeyê min Firat xwar. Me jê xwest ku ji kadraja me derkeve lê ew bi xwe gelek caran kete kadraja me. Di dema binçavkirinê de gef li me hatin xwarin. Me tu rayedarên cemaweriyê hedef nîşan neda.”   ‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ HAT BINPÊKIRIN’    Rojnameger Arslan jî got ku ew mutalaa û tawanbariyan qebûl nake. Arslan, wiha got: “Ez ji bo xebatên rojnamegeriyê li wir bûm. Me li cihê ku cendirmeyan nîşanî me dayî dîmen dikişand. Merasîmeke definkirina cenazeyî ya ku raya giştî eleqeder dikir hebû û me jî dişopand. Ji ewil cendirmeyên ku destûra kişandinê dayîn êrişî me kir û em binçav kirin. Di esasê xwe de yê ku azadiya çapemeniyê binpê kirî femandarê lîwayê ye.”    ‘ROJNAMEGERIYÊ CEZA DIKIN’   Parêzer Şevîn Kaya xwest ku miwekîlên wê Babat û Arslan bên beraetkirin. Kaya, got ku rewşa heyî dikeve çarçoveya “azadiya çapemeniyê” û ev tişt anî ziman: “Armanca esasî gefa li dijî çapemeniyê ye. Li vir tu peywirdarên cemaweriyê hedef nehatine nîşandan. Dema muwekîlên min nûçe çêdikirin, gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Hewl didin rojnamegeriya wan ceza bikin.”    BIRYARA BERAETÊ   Piştî parastinan, şandeya dadgehê got ku rewşeke “hedefnîşandana peywirdarên cemaewriyê û teşhîrkirina wan” derneketiye holê û ji bo Babat û Arslan biryara beraetê da.