Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike 2023-10-05 13:06:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Saeta hevdîtina Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê girtî hat guhertin û destûr nehat dayîn ku hevjîna wî hevdîtinê bike.    Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can li Girtîgeha Marmarayê girtî ye. Rêveberiya girtîgehê bêyî ku agahî bide Can, saeta hevdîtinê guhert. Hevjîna wî Nîmet Tanrikulu ji bo hevdîtinê çû girtîgehê. Lê jê re hat ragihandin ku saeta hevdîtinê guherî ye û destûr nedane wê ku hevjînê xwe bibîne. Tanrikulu li ser vê yekê xwest bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin bike lê 5 saetan li benda dozger sekinî.    5 SAET LI BENDA DOZGER SEKINΠ   Dozger ku piştî 5 saetan bi Tanrikulu re hevdîtin pêk anî, bersiva, “ji bo hevdîtinê krîterên te guncav in” da.    Tanrikulu bertek nîşanî vê neheqiya li wê û hevjînê wê hatiye kirin da û got ew ê doz veke. Li ser vê bertekê nivîsgeha dozgeriyê ji Tanrikulu re got ku rewşa hevjînê wê baş e. Tanrikulu tevî ku sekinî jî destûr nehat dayîn ku bi hevjînê xwe re hevdîtin bike û paşê neçar me ji girtîgehê derkeve û biçe malê.