Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin 2023-10-05 12:55:07     STENBOL - Di doza “Operasyona Vegera li Jiyanê” de daxwaza “biryara bi anîna bi darê zorê” ya ji bo Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk ê berê Sadettîn Tantan hate redkirin. Parêzer dê bi rêya daxwaznameyan pirsan ji Tantan bikin.    Di 19’ê Kanûna 2000’an de li dijî Girtîgeha Bayrampaşayê bi navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” êrişek hate kirin. Têkildarî êrişê doz hatibû vekirin û 194 leşker di dozê de dihatin darizandin. 50’emîn danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê hate lidarxistin. Parêzerên mudafî Guçlu Sevîmlî, Gulûzar Tuncer û Naîm Emînoglû di danişînê de amade bûn.   DAXWAZA ‘ANÎNA BI DARÊ ZORÊ’   Parêzer Guçlu Sevîmlî diyar kir ku guhdarîkirina li Wezîrê Karên Hundir ê berê Sadettîn Tantan dê ji bo dosyaya dozê girîng be û yekser bandorê li darizandinê bike. Sevîmlî, da zanîn ku ji bo Tantan teblîgat hatiye kirin lê tev li danişînan nebûye û ev tişt anî ziman: “Parêzerê şahid wekalet pêşkeş kiribû û gotibû ku dê wî amade bike. Lê encamek jê derneket. Parêzerê şahid, dozê ji derve dişopîne. Şahid û parêzer dizanin ku bang li wan hatiye kirin lê bi zanebûn nayên. Şahid nikare ji îfadedayînê bireve. Dema jê reviya, wê demê divê xalên têkildarî bikevin meriyetê. Ev doz tenê li benda vî şahidî ye. Lewma dibe sedem ku doz bi demê re vemîne. Em dixwazin derheqê şahid de biryara anîna bi darê zorê were dayîn.”    Şandeya dadgehê, daxwaza anîna bi darê zorê ya Tantan red kir. Her wiha biryar da ku parêzer bila pirsên xwe bi rêya daxwaznameyê ji Tantan re bişînin û di dîrokeke ku dadgeh guncav dibîne de bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeyê wî were girtin.    Danişîna dozê taloqî 1’ê nîsana 2024’an hate kirin.