Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike 2023-10-05 09:07:05   AMED - Gundê Heskarê yê Pasûrê li herêmekî çiyayî ye û ji mezrayan pêk tê. Heqê rêya gund ji hezar lîreyan dest pê dike.    Şêniyên gundê Eskar ê Pasûr a Amedê ku li herêmekî çiyayî ye, di mijara veguhestinê de pirsgirêkên mezin dijîn. Gundê Eskarê ji mezrayên Sor, Gisê, Elîgund, Simetax, Der, Deyika, Mezra Xêzin û Bejavê pêk tê û cihekî wê yê navendî tune ye. Hinek mezrayên vî gundî 5 km’an hinek jî 10 km’an ji hevd dûr in. Xwegihandina van mezrayan ku li hinekan yek li hinekan jî çendek malan pêk tê pir zehmet e. Çiyayên bilind, çal û xwariya erdnîgariyê û nebûna piran a li ser rûbarên di navbera mezrayan de dibe sedem ku mirov bi zehmetî xwe bigihîne van mezrayan. Ji bilî wesayîtên motorên wan xurt, tu wesayît nikarin biçin van mezrayan. Wesayîtên motorên wan ne xurt jî gelemperî di rêyan de dimînin û an bi traktoran an jî bi 4x4’an ji cihê lê asê bûne tên derxistin.    HEQÊ RÊYA MEZRAYAN HEZAR LÎRE YE   Heqê rêya mezrayan jî gelek biha ye. Wesayîtên eraziyê yên ji navenda navçeyê tên kirêkirin, ji bo heqê rê herî kêm hezar lîreyan dixwazin. Şêniyên mezrayan heke mehê tenê du caran jî biçin navçeyê yan jî bajar, herî kêm 4 hezar lîreyên wan diçin. Ji ber ku rêyên gundên çiyayî gelek xerab in, xwediyên gelek wesayîtan naxwazin biçin. Xwediyên wesayîtan “xerabûna rêyan, îxtîmala mezin a qezayê û zêdebûna bihayê sotemeniyê” weke hincet nîşan didin û bihayekê zêde ji şêniyan distînin.    SERLÊDAN BÊENCAM MAN   Ji ber ku mezra ji hev dûr in, welatî ji bo pirsgirêka wesayîtan çareseriyeke hevpar peyda nakin. Lê şêniyên gund ji bo pirên li ser rûbaran û beravên rûbaran baş bên çêkirin da ku hemû wesayît ber re derbas bibin, serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan. Lê heta niha jî tu encam ji serlêdanên wan derneketine.