Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin 2023-10-05 09:00:50   ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hun diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye astekî wisa ku nema dikare were domandin û wiha got: “Divê li Meclisê komîsyoneke ku hemû partî di nav de were avakirin û ev komîsyon biçe serdana Îmraliyê.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata sala 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, komplo weke destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê nirxand. Komploya navneteweyî 25 sal li pey xwe hişt û kete sala 26’an. Rêberê PKK’ê Abdullah ji roja destpêkê heta niha di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin.    Di 3’yê çileya sala 2013’an de bi dewletê re muzakere dest pê kirin û Abdullah Ocalan bi gotina; “Ev 20 sal in ji bo aştiyê hewl didim” israra xwe ya di aştiyê de careke din raber kiribû. Lê belê AKP’ê di civîna 30’ê cotmeha 2014’an a Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de biryara “Plana Têkbirinê” da û “pêvajoya çareseriyê” bi dawî kir. Di vê pêvajoyê de rojeva sereke ya Îmraliyê ew bû ku pirsgirêka kurd li parlamentoyê were çareserkirin. Abdullah Ocalan, her tim bal kişand ser girîngiya parlamentoyê û got ku divê muzakere qanûnî bibin. Bi vê boneyê Rêberê PKK’ê di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de gelek caran bal kişand ser girîngiya bangawaziya ji bo parlamentoyê lê îktîdara AKP’ê di vê mijarê de tu gav neavêt.    Bi bidawîkirina pêvajoyê re îktîdara AKP’ê konsepta şer xiste meriyetê û tecrîda li Îmraliyê giran kir. Di halê hazir de hevdîtinên malbat û parêzeran ên bi Abdullah Ocalan re tên astengkirin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin.    Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hun diyar kir ku divê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li Meclisê komîsyoneke ku hemû partî di nav de cih digirin were avakirin û ev komîsyon biçe serdana Îmraliyê.    MECLIS BERSIVA PÊŞNÛMEYAN NADE    Hun, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji roja birine Îmraliyê heta niha di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û ev tişt anî ziman: “Ev rewş, di nava 3 mehên dawî de hêj bêhtir giran bû. Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê û astengkirina hevdîtinan nîne. Li gel normên neteweyî û navneteweyî, her wiha biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî tên binpêkirin. Ev rewş, sepaneke taybet e. Weke parlamenterên Partiya Çepên Kesk, me jî li Meclisê pêşnûmepirs û pûşnûmeyên lêkolînê dan. Lê tu bersivan nadin. Hewl didin bi rêya tecrîdê bidin jibîrkirin û tune bihesibînin.”    ‘TECRÎD GIHIŞT ASTEKÎ WISA KU NEMA DIKARE WERE DOMANDIN’    Bi domdarî Hun destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan gihiştiye astekî wisa ku nema dikare were domandin û wiha got: “Divê tavilê ev tecrîd were rakirin. Tecrîd, şermekî Tirkiye, Meclis û demokrasiyê ye. Divê Meclis jî ji têkoşîna li dijî tecrîdê cuda neyê dîtin. Divê di çarçoveya mafên birêz Ocalan û hemû girtiyan de lêkolîn were kirin. Divê bersivê bidin pêşnûmeyên me û bi raya giştî re parve bikin bê ka birêz Ocalan li Îmraliyê di nava kîjan şert û mercan de tê ragirtin. Divê li Meclisê komîsyoneke ji hemû partiyan pêk tê were avakirin, ev komîsyon biçe Girtîgeha Îmraliyê û rewşa birêz Ocalan û girtiyên din lêkolîn bike. Piştre jî van agahiyan bi raya giştî re parve bike.”    BANDORA ABDULLAH OCALAN A LI SER AŞTIYÊ    Di berdewamê de Hun got ku bandoreke mezin a Abdullah Ocalan li ser Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn heye û axaftina xwe wiha qedand: “Me ev bandor di dema pêvajoya çareseriyê de dît. Tirkiyeyê bêhnek stand û me dît bê ka pêdiviyeke çiqas mezin bi aştiya civakî heye. Di vê mijarê de Abdullah ocalan xwedî bandoreke mezin e. Ji bo ku çareserî careke din pêş bikeve, divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bên amadekirin. Ev yek ji bo aştiya civakî girîng e ku dewletê bi xwe jî ev yek anî ziman. Di vê çarçoveyê de hewceye fikr û ramanên birêz Ocalan bên bihîstin û bi raya giştî re bên parvekirin. Li gorî me ev yek girîng e.”    MA / Yusra Batihan