Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan 2023-10-04 16:54:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Di danişîna ewil a rojnamevanê girtî Merdan Yanardag de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate berdan.    Danişîna ewil a Gerînendeyê Weşana Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag ê piştî rexnekirina tecrîda li dijî Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê hezîranê de hat binçavkirin û piştre jî hate girtin, saet û nîvan dereng li 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Girseya ku beriya danişînê li ber deriyê edliyeyê kom bû, bi daxwaza berdana Merdan Yanardag daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endamên partiya siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan çalakiyê.    YANARDAG: DIXWAZIN ÇAVÊN MEDYAYÊ BITIRSÎNIN   Yanardag, ê piştî tespîtkirina nasnameyan axivî wiha got: “Ev doz, doza azadiya çapemeniyê ji holê bê rakirin û Tirkiyeyê ber bi hawîrdoreke zordar ve birinê ye. Girtina min ji bo çavtirsandina medyaya serbixwe bû. Ji bo çavtirsandina civakê bû. Ez rojnamevanekî 38 salan im. Hem serokê lijneya rêveberiyê hem jî gerînendeyê weşana giştî me. Sedemê darizandina min pêsindayîna rêxistina terorê ye. We çima ez girtim, navnîşana min diyar e, ez li gorî hemû gazîkirinên we tevgeriya me. Di medyaya dîjîtal de artêşeke trolan heye, dozgeriyeke ku wan weke gel dihesibîne heye. Tişta duh bi serê Ayşegul Arslanê jî hat ev e. Kampanyayek tê dest pê kirin kî ne nediyar in. Gelek ji wan hesabên sexte ne, em dozê vedikin nav dernakeve.    Qaşo min hêrsa gel rakiriye. Kesek derketiye kolanan, kes hatiye ber deriyê Tele 1’ê ku şermezar bike nîne lê min hêrsa gel rakiriye û sor kiriye. Bi hezaran tweetên ku piştgiriya min dikin hene lê em bi dozgerekî ku van paşguh dike re rû bi rû ne. Weşanên ku min beriya hilbijartinê kirin ew aciz kirin. Ev program ji bo ku polîtîkayên AKP’ê rexne bike hate çêkirin.”   ‘SEDEMÊ BINGEHÎN Ê VÊ DOZÊ NÎQAŞA TECRÎDÊ YE’    Yanardag, bal kişand ku sedemê bingehîn ê vê dozê nîqaşa tecrîdê ye: “Rastiyek heye. AKP Îmraliyê weke amûreke siyasî bikartîne. Beriya niha jî bikaranî niha li ser wê gefan dixwe. Ez weke rojnamevanekê li bûyerê dinerim. Bila Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin bi malbata xwe re hevdîtinê bike ku em jî bizanin ka çi dibêje. Ji kengî ve sûc e ku mirov bêje bila dewlet qanûna xwe ya înfazê pêk bîne. Li Îmraliyê hiqûqeke ceza tê sepandin? Min bernameyeke rexne bike çêkir.”    Piştî Yanardag parêzerên wî parastin kirin. Parêzeran sûcdarî qebûl nekirin û daxwaza berdanê kirin.    Dozgerê ku mutalaaya xwe pêşkeş kir, daxwaza berdewama girtina Yanardag kir.    2 SAL Û 6 MEH CEZA LÊ BIRÎN Û BERDAN   Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” li Yanardag ê 101 roj in girtî tê darizandin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê birî û biryara berdana wî da.     Serokê dadgehê got ku ji ber gotinên “Ji ber Ocalan kesekî gelek dixwîne û siyasetê rast dibîne ye” di çarçoveya azadiya raman û çapemeniyê de nikare bê nirxandin ev biryar dane.