Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-10-04 15:49:33 NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, di salvegera yekemîn de li ser gora xwe ya li Cîhanbeyliyê hat bibîranîn.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan-nivîskar Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Akarsel li ser gora xwe û li gelek bajaran hat bibîranîn.   KONYA     Bîranîna ewil li ser gora Akarsel a li gundê Golyaziya bi ser navçeya Cîhanbeyliya Konyayê ve hat kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Zeynep Oduncu, Sebahat Erdogan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqere û Konyayê, berdevkên Partiya Herêmên Demokratîk ên herêma Anatoliya Navîn, xebatkarên Kovara Jineolojiyê, endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF), malbata Akarsel û xizmên wê beşdarî bîranînê bûn. Li sere gorê rêz hat girtin û beşdaran qerenfîl danîn ser gora wê.   ‘KESAYETA WÊ YA REWŞENBÎRÎ RÊYA ME RONÎ DIKE’    Parlamenter Adalet Kaya bal kişand ser kesayeta Nagihan Akarsel û wiha got: “Ew jinek têkoşer û berxwedêr bû. Wê her tim lêgerîn dikir û hişê wê yê ronahî rê nîşanî me dida. Her gotinek wê wê qala berxwedanê dikir. Li dijî dinyaya serweriya mêran û polîtîkayên tundiyê her tim jêpirsîn kir û nêrînek wê ya ronakbîriyê hebû. Ji bo me hemûyan xwedî cihek taybet bû. Gelek qîmet dida serpêhatiye her jinekê. Wê rêya azadiyê bo jinan vekir. Em ê jî li ser xet û kevneşopiya wê bin, dest jê bernedin û têkoşîna wê li erdê nehêlin.”    MÊRDÎN     Ji bo Nagîhan Akaresel li eywana konferansa Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi beşdariya Dayikên Aştiyê û gelek jinan bername hat lidarxistin.   Li eywanê wêneyên Akarsel danîn ser maseyê û find hatin pêxistin. Ji bo bîranîna wê deqeyek rêz hat girtin. Çalakiyê bi pêşandana sînevizyonê dewam kir. Bi sînevizyonê mijara têkoşîna jiyanê ya Nagîhan Akarsel hat vegotin û jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Piştî sînevizyonê Dayikên Aştiyê kilamên kurdî strîn.    WAN   Li Wanê jî TJA’yê ji bo bîranîna Akarsel bernameyek li dar xist. Bername li avahiya HDP’a Wanê pêk hat û wêneyên wê hatin daliqandin. Ji bo bîranîna Akarsel û cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Kiye axivî û da zanîn ku wê qetlîam û êriş nikaribin têkoşîna jinan têk bibin û ew ê her tim girêdayî bîranîn û têkoşîna Nagihanê bimînin û têkoşîna wê bidomînin.    Endama Desteya Weşana Kovara Jineolojiyê Neslîhan Şedal jî axivî û anî ziman ku bi qetilkirina Nagihan hat xwestin têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bikin hedef û têk bibin.    Piştî axaftinan sînevziyona ku qala jiyana Akarsel dikir hat nîşandan.   EDENE      Meclisa Jinan a HDP’a Edeneyê û TJA’yê li avahiya HDP’a Edeneyê bernameya bîranîna bo Akarsel li dar xistin. Hevseroka HDP’a Navçeya Seyhana Edeneyê Şukran Efeturk axivî û destnîşan kir ku wan pênûsa Nagihanê li erdê nehiştiye û wê li ser xeta wê berxwedana xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berdewam bikin.    Bîranîn bi nîşandana sînevziyonê qediya.    MÊRSÎN    Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê û TJA’yê li avahiya HDP’a Mêrsînê bernameya bîranînê li dar xistin û Akarsel bi bîr anîn. Bîranînê bi deqîqeyek rêz girtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Etîz axivî û diyar kir ku ew ê her tim têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û dê jiyana azad ava bikin.    ÎZMÎR   Aktîvîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ji bo Akarsel bernameya bîranînê li dar xistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcu Gul Çubukçu û gelek jin tev li bernameyê bûn. Wêneyên Akarsel hatin daliqandin û sînevziyona qala têkoşîn û jiyana wê dikir hat nîşandan. Jinan di bîranînê de dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Parlamenter Burcu Gul Çubukçu di bernameyê de axivî û diyar kir ku Nagihan Akarsel mîrateyek bêhempa li pey xwe hiştiye û berzkirina dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li pey Nagihanê gelek bi wate ye û xwedî li mîrateya wê derkevin.