Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin 2023-10-04 13:47:40   MÊRDÎN - Ahmet Turk ê ji ber peymaneke di dema şaredariya xwe de derket pêşberî dadgehê wiha got: “Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin. Ev dozên hatine vekirin siyasî ne.”   Danişîna 4’emîn a doza derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin de bi hinceta piştî hilbijartinên 31’ê adara 2019’an peymana şîrketa avdana daran dirêj kiriye bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye” hatiye vekirin li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye hate lidarxistin. Turk û parêzerên wî tevli danişînê bûn.    ‘ME BI AWAYEKÎ ZELAL ÎHALE KIRIN’     Di danişîna piştî tespîta nasnameyan destpêkir de Ahmet Turk bi lêv kir ku hemû îhaleyên di dema şaredariya xwe de kirine bi awayekî zelal kirine û wiha got: “Mutehidê di vê îhaleyê de ji xwe ji aliyê qeyûm ve hatibû anîn. Di meha Hezîranê de pevajoya peymana mutehit bi dawî bû. Destpêkirina pêvajoya îhaleyê ya jinûve 45 roj wext digirt. Me jî ji bo dar hişk nebin biryar da ku peymana mutehid dirêj bikin. Tişta me kirî tenê ev e. Em berovajiyê vê bikin dê dar hişk bin û dê zirar zêdetir bibe. Li vir tu îhale nehatin kirin tenê dema peymanê hate dirêjkirin.”   ‘JI BO HESAPPIRSÎNÊ DOZ HATIYE VEKIRIN’     Turk, da zanîn ku hemû nelirêtiyên qeyûm derxistin holê û ji rayagiştî re vegotin û wiha berdewam kir: “Li ser vê yekê qeyûm gazî mutehîd dike û jê re dibêje ‘tu derbarê Ahmet Turk de îfadeyê bidî çi bixwazî ez ê bidim te’. Li ser vê yekê mutehid dibêje ‘ez nikarim wijdana xwe bifiroşim’ û ji ber vê gotina xwe tê binçavkirin. Li vir dozeke ji bo hesappirsînê hatiye vekirin heye. Nelirêtiyek nîne. Tenê ji ber em ketin demsala havînê me dem dirêj kir.”   Turk, da zanîn ku di hemû îhaleyên serdema qeyûm hatine kirin de nelirêtî heye, heta niha dozek jî nehatiye vekirin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin li vir hedef tên girtin. Em li vir ji ber nelirêtiyan nayên darizandin. Ev dozên tên vekirin siyasî ne. Ji bo ku em li dijî desthilatê muxalefet in doz hatiye vekirin. Tenê li dadgeha cezayê giran derbarê hemû serokên daîreyan ku qeyûm tayînkiribûn doz hate vekirin. Îhaleyên çawa hatine kirin di dosyayan de hene. Ez dixwazim ku ew dosya jî li vê dosyayê bên zêdekirin.”   Piştî Turk parêzeran parastin kirin. Parêzeran daxwaza dema zêde kirin. Dozger, mutalaa da ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.     Dadgehê danişîn taloqî 6’ê kanûnê kir.     ‘QEYÛM EM KIRINE HEDEF’    Ahmet Turk ê piştî danişînê ji ajansa me re axivî wiha got: “Qeyûm ji bo ku hemû nelirêtiyên xwe veşêre em kirine hedef. Weke ku karên me li gorî hiqûqê kirine ne li gorî hiqûqê bin doz hatiye vekirin.”