Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin 2023-10-04 13:13:13     AMED - Di danişîna doza parlamentera Partiya Çepên Kesk Ayşegul Doganê de daxwaza “rawestandina darizandinê” hate redkirin.    Televîzyona ÎMC’yê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Derheqê Koordînatora Bernameya TV’yê ya wê demê parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Dogan hatibû birîn. Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Amedê bi sedema “lêkolîna kêm hatiye kirin” biryar xera kir. Danişîna dozê ya piştî xerakirina biryarê jinûve dest pê kir îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Di danişîna ku Dogan tevlinebûyî de parêzerên wê amade bûn.    Parêzeran îşaret kir ku Dogan di hilbijartinên 14’ê gulanê de weke parlamenter hatiye hilbijartin û xwestin ku “darizandin bê rawestandin” û bergiriyên şerta kontrola edlî bên rakirin.    Danişînê daxwaza “rawestandina darizandinê” qebûl nekir û danişîn taloqî 11’ê kanûnê kir.