Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû 2023-10-04 12:08:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro saet derdora 10.58’an de li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû.    Erdhejokên li Hatayê berdewam in. Li gorî daxuyaniya Daîreya Erdhejan a AFAD’ê; îro di danê sibehê saet derdora 10.58’an de li 6.10 kîlometreyî nêzî navçeya Samandag a Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû. Hat zanîn ku navenda erdhejê Behra Spî bû û 10.81 km’an di bin erdî de çêbûye.    Rasatxaneya Kandîlliyê jî pileya erdhejê weke 4.1 ragihand û got ku 13.5 km’an di bin erdî de çêbûye.    Duh jî Samandag bi erdheja bi pileya 3.5’an hejiya bû.