Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin 2023-10-04 10:45:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir îro jî 37 kes hatin binçavkirin. Bi vê yekê re hejmara kesên di nava 3 rojan de hatine binçavkirin bû 112.    Di 1’ê cotmehê de li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Giştî ya Dewleta Tirk a li qada Wezareta Karên Hundir êrişeke bombeyî hate kirin. Piştî çalakiyê, dewleta tirk li gelek bajaran dest bi pêla binçavkirinê kir. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de heta niha gelek kes hatine binçavkirin. Di 2’yê cotmehê de li Stenbol û Kirikkaleyê bi ser gelek malan de hate girtin û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin niha li Mmidûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin. Tê payîn ku îro îfadeyên wan bên girtin.    Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku di encama operasyonên serdegirtinê yên duh ên li 16 bajaran de 55 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku navenda operasyonê Riha ye û li bajarên weke Mêrdin, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stanbul, Bursa, Êlih, Denîzlî, Edene, Kayserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê jî hatiye berfirehkirin. Balkêş e ku gelemperiya kesên hatine binçavkirin penaber in.    Yerlîkaya, ragihand ku îro jî li 15 bajaran bi ser malan de hate girtin û di encamê de 37 kes hatine binçavkirin. Hat destnîşankirin ku operasyon li bajarên Stenbol, Wan, Riha, Xarpêt, Duzce, Amed, Bursa, Edîrne, Kirklarelî, Kîlîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzliyê hatine kirin.    Di çarçoveya operasyona behsa xeberê de li Edeneyê bi ser gelek malan de hate girtin û hat zanîn ku gelek sûriyeyî hatine binçavkirin. Hat zanîn ku Ozgur Cîhangîr jî ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin.    Hejmara kesên piştî çalakiya li Enqereyê hatine binçavkirin derket 112 kesan.