ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-04 09:00:08   * Parêzer Ozgur Faîk Erol diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rasterast bandorê li ser siberoja Tirkiyeyê dike û got: “Girava Îmraliyê mîna makîneya demê ye, wê siberoja we bide nîşandan.”    * Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat, diyar kir ku dê di heyama nû de ji bo tecrîdê, girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin çalakiyên cur bi cur li ddar bixin û ji bo meşa 9'ê Cotmehê ku çalakiya wan a ewil e, bang kir.    * Sezaî Temellî ku bal kişand ser têkiliya di navbera neçareserkirina meseleya kurd û krîza aborî de, diyar kir ku di 25 salên komploya navdewletî de ji bo şer 720 milyar dolar hatiye xerckirin.   * Şêniyên Taxa Peyasê ku li dijî tiryakê xwe birêxistin kiriye, civîna xwe ya yekem kirin. Şêniyên taxê anîn ziman ku ewilî dixwazin li taxa xwe û paşê jî li seranserê bajêr dawî li tiryakê bînin.    * Qeyûmê Şaredariya Êlihê Bazara Genim ku 116 dikandar lê hene da ber firotinê. Lê belê ji ber kes tev li îhaleyê nebû, nehate firotin.    * Tiriyê ku îsal li rezên gundê Eskar a Pasûrê hatin komkirin gelek berhemdar nebûn. Ji tiriyê van rezan şîre, bastêq û benî tê çêkirin.   * Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna ewil a doza Gerînendeyê Weşana Giştî yê televîzyona TELE1'ê Merdan Yanardag ku ji ber rexnekirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû girtin, hat vekirin dê li 30'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.30)    * Bi boneya salvegera qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel dê li gelek bajaran bîranîn bên lidarxistin. (14.00-17.00)   * Doza amirê polîsan Sirri Erdogan ku êrişî parêzer Serkan Karakaş kiribû dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (14.30-17.00)