Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin 2023-10-03 10:36:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a li Enqereyê êrişek hate lidarxistin. Di operasyona piştî êrişê li 18 bajaran hate kirin de zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin.    Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a di nav Wezareta Karên Hundir de ye êrişek hate lidarxistin. Operasyonên têkildarî vê êrişê hatine destpêkirin didomin. Piştî êrişê duh li Stenbol û Kirklareliyê endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de herî kêm 20 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeyên kesên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a li Stenbolê berdewam dike. Di operasyona ku îro hate kirin de gelek kes hatin binçavkirin.    Li Taxa Cûdî ya girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Fatma Gizleyicî hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Gizleyicî ya birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê nehate zanîn.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên li 16 bajaran hatin kirin de 55 kes hatinbe binçavkirin.    Yerlîkaya, di daxuyaniya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de aşkere kir ku gelemperiyê Tirkiyeyê ji saet 08.30’an bi tevlibûna 13 hezar û 440 personelên ewlehiyê operasyon hatiye destpêkirin. Wezîr Yerlîkaya aşkere kir ku di çarçoveya operasyona ku weke “Kahramanlar” bi nav kir de li Mêrsîn, Wan, Riha, Mêrdîn û Aydinê 12 kes hatine binçavkirin.    Yerlîkaya, diyar kir ku di operasyona navenda wê Riha de li Mêrdîn, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Bûrsa, Êlih, Denîzlî, Edene, Qeyserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê jî 55 kes hatine binçavkirin.