Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt 2023-10-03 10:24:38   MÊRDÎN - Ji burokratên îthal Cebraîl Aslan ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê anîbû û ji hêla qeyûmê nû ve ji peywirê hate girtin, li pey xwe gelek nelirêtî hişt û çû.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş weke Waliyê Bursayê hate tayînkirin. Piştî tayîna Demîrtaş, li şûna wî Tuncay Akkoyun weke qeyûm hate tayînkirin. Hat zanîn ku mîna Demîrtaş û qeyûmê beriya wî Karaman, Akkoyun jî ji derveyî bajar burokrat anîn Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Di heman demê de kesên di serdema Demîrtaş de xebitîn jî ji peywirê tên girtin. Yek ji navên destpêkê ku Akkoyun ji peywirê girtî jî Cebraîl Aslan e ku bi eslê xwe ji Kayseriyê ye û demek berê ji Mereşê anîbû Mêrdînê û li Serokatiya Daîreya Karên Fenê û Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê hatibû tayînkirin.    Yek ji kesên di serdema qeyûm Demîrtaş de navê wî herî zêde tev li nelirêtiyan bû Aslan bû. Piştî ji peywirê hat girtin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û îdia kir ku dev ji peywirê berdaye û ji bajar derketiye.    DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDÎ!   Aslan, li gel Mûrat Suzen ku qeyûm weke Sekreterê Giştî li şaredariyê peywirdar kiribû, ji ber parvekirina strana bi kurdî dawî li karê memûr Îsmaîl Taş anîbû. Aslan, piştre jî bi nelirêtiyên di “Porjeya Mêrdîna Biçûk” de ku bi milyonan lîreyan hatibû çêkirin de bûbû rojev. Derketibû holê ku di projeyê de li gorî şertnameyan tevnegeriyaye û tiştên bêqelîte bi kar aniye.    ÎHALE DA HEMAN ŞÎRKETAN   Ji ber nîqaşên derheqê wî de, Aslan ji Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê hate girtin û li Serokatiya Daîreya Karên Fenê hate peywirdarkirin. Dema li vê daîreyê jî îhaleyên bi bihayê milyon lîreyan bi awayekî bêusûl pêşkeşî alîgirên xwe kir. Balkêş e ku îhaleyên di bin navê “Projeya Rêyên Muxtelîf” de gelek îhaleyên bi bihayê 310 milyon lîreyan da heman fîrmayan. Hatibû îdiakirin ku Aslan navçeyên bajar di navbera şîrketan de parve kiriye.