Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye 2023-10-03 10:00:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna ewil a Rojnameger Merdan Yanardag ê piştî axaftina xwe ya têkildarî tecrîdê hedef hat nîşandan û piştre jî hate girtin, dê sibê were lidarxistin.    Danişîna ewil a Gerînendeyê Weşana Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag ê piştî rexnekirina tecrîda li dijî Serokê PKK’ê Abdullah di 27’ê hezîranê de hat binçavkirin û piştre jî hate girtin, dê sibê li 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê were lidarxistin. Ji bo Yanardag ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin dê saet di 10.30’an de daxuyanî were dayîn.    Hewldanan Platforma ji bo Merdan Yanardag Azadî, bi daxuyaniyekê banga piştevaniyê kir. Di daxuyaniya bi sernavê “Ji Merdan Yanardag re Azadî” hatiye kirin de ev tişt hatin gotin: “Desthilata tehemûla azadiya çapemeniyê û demokrasiyê nake, careke din çareserî di hefskirinê de dît. Gerînendeyê Giştî yê TELE1’ê, hevalê me Merdan Yanardag ji 27’ê hezîranê heya niha girtî ye. ‘Binçavkirin’ careke din veguherî cezakirinê.    Merdan Yanardag ne tenê ji bo azadiya çapemeniyê ji bo muxalefeta demokratîk a li welat jî kesayeteke girîng ê polîtîk e. Ji ber vî aliyê xwe jî dibe hedefa desthilatê. Em wek Hewldana Platforma ji bo Merdan Yanardag Azadî vê sepana keyfî şermezar dikin.   Siyasîbûna hiqûq û edaletê dê bi xwe re ji bo civak û welatê me encamên jêneveger bîne. Di salên derbasbûyî de em bûn şahidên gelek mînakên xerab. Hêj dereng nebûyî divê ji vê rêyê vegerin. Em dixwazin ji hiqûq û edaletê bawer bikin. Ji bo demokrasi, mafê mirovan û heq, hiqûq edaletê, em bang li dostên xwe, saziyên civak sivîl, partiyên siyasî û hemû gelê xwe dikin ku bila xwedî li Merdan Yanardag derbikevin û piştevaniya wî bikin.  Heke îro nebe, kengî? Merdan Yanardag ne bi tenê ye!”