ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN 2023-10-03 09:00:04   * TJA, dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" li 3 herêmên Stenbolê tax bi tax xebatên rêxistinkirinê bike.    * Nûnerên Partîzan û SMF'ê diyar kirin ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê wekî amûreke êrişê ya giran ku hemû dînamîkên civakî dorpêç kiriye, tê bikaranîn û gotin ku êrişeke bi vî rengî jî tenê dê bi xeteke têkoşînê ya ku dînamîkên civakî hemû parçeyeke wê ne bê berterefkirin.    * Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcuyê destnîşan kir ku projeya nîvcomayî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi felsefeya "jin, jiyan, azadiyê" bi ruh û can dibe û got: "Ev felsefe bû, ronahiyek. Jinan ev felsefe veguherandin qadeke azadiyê."    * Ozturk Turkdogan diyar kir ku li cîhanê hevtayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tune ye û got ku ev yek li Tirkiyeyê pergala dualî afirandiye. Turkdogan destnîşan kir ku demildest divê dest ji vê bê berdan.   * Endama Lijneya Koordînasyona DÎB’ê Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku li cihekî azadî lê tê xespkirin û li dijî hemû beşên civakê êriş lê heye nikare qala makeqanûneke nû bê kirin û wiha got: “Ji vir encax makeqanûneke paşverû dikare derkeve holê.”   * Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin bang li hemû dînamîkên bajar kir ku beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji sepanên qeyûm re bibêjin “bes e” bên ba hev.    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê berdewam bike. (10.00)   * Doza cîgirê midûr Burak Ercan ku li Cizîrê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna Doza Dîlan Kortak ku di 3’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê hate qetilkirin dê li 68’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Anadoluyê bê lidarxistin. (11.30)   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin dê di Komcivîna Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDΠ   * Danişîna biryarê ya Husamettîn Tanrikûlû yê HDP’î ku Suleyman Soylû hedef nîşan dabû û hatibû girtin û piştre derket holê ku “nameya îxbarê” ji hêla emniyetê ve hatiye avêtin dê li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (14.30)   * Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê dê "li dijî polîtîkayên şerê taybet" li Qada Deriyê Çiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)