Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir 2023-10-02 18:55:59   ENQERE- Di Doza Kobanê de siyasetmedar Alp Altoinors bilêv kir ku banga ku HDP'ê kiriye, NY û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî kiriye û got ku lewma bang nabe sedema darizandinê.    Di rûniştina yekemîn a danişîna 35'an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.    Danişîn ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê tê lidarxistin. Yuksekdag û Demîrtaş ji Girtîgeha Kandira û Girtîgeha Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên giştî Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û gelek siyasetmedarên din tevlî dnaişînê bûn. Gelek parlemneterên Partiya Çepên KEsk jî danişînê şopandin.    Piştî destpêkirina danişînê, şandeya dadgehê daxwaz nirxandin. Dadgehê daxwaza ku doza li Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" der barê Yuksekdagê de hatiye vekirin bi vê dosyeyê re bê yekkirin red kir. Dadgehê derpêş kir ku di navbera dosyeyan de pêwendiyeke fiîlî tune ye.    Paşê siyasetmedar Alp Altinors axivî. Altinors bal kişand ser êrişa DAIŞ'ê û got ku ji ber twîteeke li dijî vê hindik maye muebet lê bê birîn. Altinors got: "Parastina mina li dijî vê tarîtiyê, şerekî jiaynê ye." Altinors wiha domand: "Ev doz hê neqediyaye. Ji lew re hê me parastina xwe nekiriye. 3 salên li girtîgehê gelek tişt ji jiyana me xwarin. Di dosyeya kud iviyabû em beraet bikin, em hatin girtin. Em ji ber banga xwe ya ji bo zarok, jin û parastian jiyanê ya li Kobanê, hatin girtin. Partiya me bi heman awayî û wekhev nêzî 72 neteweyan dibe."    Altinors got: "Ev dozeke qirkirinê ye."    Altinors di berdewama axatina xwe de bal kişand ser bangawaziya ku ji xeynî HDP'ê gelek derdorên din jî kirine û got: "Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi koda "Lezgîn" heman bagawazî kir. Banga HDP û ya NE'yê heman bangawazî ye. Nexwe me ji ber xwe ve negotiye rewşa li Kobanê xedar e. Hema bibêje hin bangawaziyên hevwext hene. Lewma ew senaryoyên ji filan bêvan derê diçin ser sergo."    Dadhehê heya saet 10:00'ê sibê navber da danişînê. Altinors dê sibê ji cihê mayî bidomîne.