Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand 2023-10-02 18:41:15   MÊRSÎN - Cenaze Hasan Ogûzê HPG'î ku di çalakiya li dijî Midûriyeta Polîsan a Giştî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê polîsan ve hat revandin.    Polîsan cenazeyê Hasan Ogûz (Erdal Şahîn) ê HPG'î yê duh di çalakiya bombeyî ya li dijî Midûriyeta Polîsan a Giştî ya Wezareta Karên Navxweyî jiyana xwe ji dest da, revand. Polîsan li malbata Ogûz geriyan û xwest ji bo testa DNA'yê xwînê bide. Malbat ji Mêrsînê hat Enqereyê û jib o testa DNA'yê xwîn da.   Piştî DNA li hev derketin, malbatê ji bo wergirtina cenaze serlêdan kir. Lê belê polîsan cenazeyê Ogûz revand û birin Mêrsînê.