Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin 2023-10-02 16:45:16   RIHA -  Endam û rêveberên DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bi girseyî çûn serdana Kazim Çalişir ku piştî 30 salan ji girtîgehê hatibû berdan.    Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Rihayê bi girseyî çûn serdana Kazim Çalişir ê ku piştî 30 salan ji Girtîha Tipa T a Hejmar 2 ya Bandirmayê hatibû berdan. Çalişir li mala xwe ya Taxa Alîgor a giredayî navçeya Pirsûsê ya Rihayê girse bi kefxweşî pêşwazî kir.    Di serdanê de Çalişir ji bo serdanê spasiya mêvanan kir. Çalişir, got ku her çend ew bi awayekî fizîkî li derve be jî di hizra wî de her tim hevalên wî hene. Çalişir, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Rastiyeke me heye. Çîrokeke me heye. Me serî li hemberî wan netewand. Ev yek ji wan re bû kûl.  Tevî zext û zoran jî rewşa hevalan baş e.”   Çalişir heta demekî dirêj bi mêvanan re sihbet kir û qala şert û mercên giran ên li girtîgehan û binpêkirinên mafan kir. Her wiha Çalişir diyar kir ku divê rewşa girtiyên înfaza wan tê taloqkirin bêhtir bikeve rojevê.    Şandeya partiyên siyasî piştî serdanê vegeriya.