Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn 2023-10-02 14:46:03   STENBOL - Siyasetmedarên HDP’î jî di nav de ji bo dosyaya 20 kesên li Stenbol û Kirikkalayê hatine binçavkirin biryara “nepeniyê” hate dayîn. Biryar hat dayîn ku parêzer nekarin 24 saetan bi binçavkiriyan re hevdîtinê bikin.    Îro di danê sibehê de li Stenbol û Kirikkaleyê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin.    Hat zanîn ku hejmara binçavkiriyan dibe ku zêdetir bibe. Her wiha ji bo dosyaya lêpirsînê biryara “nepeniyê” hate dayîn. Biryar hat dayîn ku binçavkirî heta 24 saetan nekarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.    Navên kesên hatine binçavkirin ev in: “Endamê Meclisa Giştî ya HDK’ê Umut Ezber, Endamê PM’a HDP’ê Cengîz Topbaşli, Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê Komeleya Lêkolîna Kurdî Eyûp Subaşi, Hevseroka HDP’a Pendîkê Oya Aytekîn, rêveberên Rêxistina HDP’a Bajar Çetîn Aslanboga û Mesût Firat, rêveberê HDP’a Navçeya Ataşehîrê Halîl Aksu, Hevserokên HDP’a Bakirkoyê Gonca Yangoz û Mehmet Akçîçek, Bulent Yildirim, Zaynel Azadî, Fikriye Sarigol, Burcu Demîr, Fethiye Kizmaz, Behiye Demîr, Huseyîn Avras, Baran Sumbul, Oktay Okşal û Behiye Duman.”   WEZÎR DAXUYANÎ DA   Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya têkildarî binçavkirinan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Yerlîkaya, got ku bi ser 26 navnîşanan de hatiye girtin û bi îdiaya “ji ber alîkarî dane rêxistinê hatine binçavkirin” re siyasetmedar hedef nîşan da.