Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin 2023-10-02 14:41:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û dezgehên ziman bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê dan û gotin: “Em ê serê xwe netewînin."    Polîsan di saetên serê sibê de li Stenbol û Kirklareliyê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl ên civakî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Kesên sedemê binçavkirina wan nehatin zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Di nav van kesên hatine binçavkirin de Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) Eyup Subaşi jî heye. Saziyên ziman bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî binçavkirinan dan.    Daxuyaniya nivîskî ku li ser hesabên medya dîjîtal ên saziyan hat belavkirin, wiha ye:    ‘HÛN NIKARIN SERÊ ME BITEWÎNIN'    "Îro serê sibehê li du bajaran di bin navê operasyonê de li dijî rêveber û hevserokên sazî û dezgehên kurdan qirkirineke siyasî hate birêvebirin. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî mamoste Eyyub Subaşi jî tê de gelek kes bi qedexeya agahîjêgirtinê û manîpulasyoneke bi destê Walîtiya Stenbolê hatî kirin, hatin binçavkirin. Em van hêrîş û operasyonên neheq û nehiqûqî bi tundî şermezar dikin û bi dengekî bilind tînin ziman ku dê serê me netewînin!   Ev qirkirina siyasî, ne nû ye; her carê kesên din ên pêşeng ji xwe re dike hedef. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja îro geh bi asîmîlasyonê, geh bi girtina sazî û dezgehan û geh jî bi qirkirinên siyasî hedef her bûye saziyên zimên û siyasî, xebatên sazî û dezgehên kurdan û axirî bûye gelê kurd. Hincet û senaryo guherîne, lê qedexe, binçavkirin, girtin û kuştin tu carî neguherinê. Wek saziyên zimên, em jî vê qirkirinê parçeyekî ji polîtîkaya dewleta tirk a sed salan dibînin û banga hestiyarî û xwedîlêderketinê di serî de li gelê kurd û pê re jî li hemû sazî û derdorên demokratîk dikin ku li hemberî van hêrîşan bêdeng nemînin.    Em careke din ji vir didin zanîn ku rê û têkoşîna hevalên me ya me ye û dê gelê kurd û sazî û dezgehên gelê kurd li ber van hêrîş û zextan tu carî serê xwe netewînin û ji têkoşîn û xebatên xwe gavekê jî ber bi paş ve neavêjin! Ji ber ku gelê kurd destkeftiyên xwe bi rehetî bi dest nexistine, lewma tu hêz nikare van destkeftiyan bi binçavkirinan û tirsandinê tune bike.    BINÇAVKIRIYAN BERDIN   Hemû hevalên me yên ku îro hatine binçavkirin û hemû hevalên me yên din ên ku bi awayekî nehiqûqî, bi awayekî dijminkarane hatine girtin, em bi wan re ne û xwedî li têkoşîna wan derdikevin.  Em ji bikerên van kiryarên neheq re dibêjin, hemû hevalên me derhal serbest berdin û wekî hemû zext, tundî û hêrîşên li gelê kurd hatî kirin, ev jî pûç in û dê me û hevalên me ji rêya azadî û wekheviyê dûr nexin û em ê ji her demê bêhtir xwedî li vê têkoşînê û destkeftiyên gelê kurd derkevin!"    Navê sazî û dezgehên ku daxuyaniyê îmze kirine wiha ne:    Enstîtuya Kurdî ya Amedê - Amed Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê - Stenbol Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê - Îzmîr Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê - Sêrt Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê - Semsûr Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê - Êlih Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê - Amed Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê - Wan Komeleya Wêjekarên Kurd - Amed Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek - Cizîr Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê - Enqere Kovara Destarê - Amed