Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye 2023-10-02 13:04:30   ŞIRNEX - Cerdevan Ramazan Babat ê ji ber li Qilebanê tecawizê zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kir tê darizandin. Peyama cerdevan Babat a “ji ber min keçik bi darê zorê revand naxwaze bi min re bizewic” kete nav dosyayê.    Danişîna 6’emîn a doza cerdevan Ramazan Babat ê li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê tecawizê S.G. ya 16 salî kiribû li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Babat ê girtî tê darizandin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzera Polîtîkayên Civakî û Malbatê û parêzerê bersûc di danişînê de amade bûn.    BERSÛC PEYAMÊN XWE QEBÛL NEKIRIN    Piştî tespîtkirina nasnameyan di danişînê de Babat axivî. Şandeya dadgehê peyamên aydê Babat ku nû li dosyayê hatine zêdekirin pirsî. Babat peyamên xwe yên “Ez ê pereyan bidim lê dibe ku keçikê nedin, ji ber min keçik bi darê zorê revand dibe ku bi min re nezewice. Min pere nedabûya, heke wisa çênebûya ez da di girtîgehê de bim, ne diyar e ka dê keçik çi bike” qebûl nekirin. Babat, pereyên ku ji bo bi darê zorê bizewice dane malbata mexdûrê bi gotinên “min ji bo mesrefên dawetê dan” parastin.    Parêzerê bersûc Gurgîn Babat, xwest ku fermandarê qereqolê ji nû ve bê guhdarkirin û wiha got: “Ji ber cerdevanê û reviya ye fermandar bi mexdûr re axiviye. Heke mexdûr bi fermandar re axivî be çima lêpirsîn nehate destpêkirin? Ji bo ku em bizanibin fermandarê qereqolê ev rewş ji Serdozgeriya Komarê re ragihandiye an na dixwazin bê guhdarkirin.”   Fermandarê qereqolê ku parêzer Babat dibêje bila bê “guhdarkirin” di îfadeya xwe ya danişîna beriya niha de ragihandibû ku li Ramazan Babat geriyaye, xwestiye bi mexdûr re biaxive lê Babat gotibû mexdûr ne li cem wî ye.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Dozger, xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û girtina bersûc bidome.    Parêzera Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya li dijî mutalaayê parastin kir daxwaz kir ku girtina bersûc bidome.    Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina bersûc bidome û danişîn taloqî 23’yê cotmehê kir.