Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin 2023-10-02 12:41:01   STENBOL - Operasyona li dijî siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî dê îro li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê were şermezarkirin.    Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê têkildarî binçavkirina endam û rêveberên wan di nav de herî kêm 20 kesên serê sibê hatin binçavkirin daxuyaniyê bide çapemeniyê. Daxuyanî dê saet di 16.00’an de li ber avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê bê lidarxistin. Tê payîn ku parlamenter jî tev li daxuyaniyê bin.