AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît! 2023-10-02 09:18:55   SÎNCAN - Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayên dîsiplînê ku bi sedema greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan li girtiyên li Girtîgeha Sincanê hatiye birîn, “nebinpêkirina mafan e.”    Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan li dijî binpêkirinên mafan di sala 2022’yan de çalakiya greva birçîbûnê li dar xistibûn. Ji ber çalakiyê der barê jinên girtî de lêpirsîna dîsiplînê hatibû destpêkirin û mehek cezayê aktîvîteyên civakî li girtiyan hatibû birîn.   Girtiyan îtîrazî cezayê navborî kiribû û ewilî li Dadgeriya Girtîgehê dan û paşê jî serî li Dadgeha Cezayê Giran dan. Girtiyan ji van her du serlêdanan jî tu encam wernegirt. Li ser vê yekê ji girtiyan Nûriye Adet bi awayek şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    AYM’ê serlêdana Nûriye Adet nirxand û di 13’ê îlona 2023’yan de biryar da ku cezayê li girtiyan hatiye birîn “nebinpêkirina mafan e.” AYM di biryara xwe de dibêje ku mudaxileyek li dijî girtiyan nehatiye kirin ango mudaxile “binpêkirinê” teşkîl nake.    MA / Dîcle Muftuoglû