Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin 2023-10-02 09:04:09   STENBOL - Suleyman Soylû endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikûlû hedef dabû nîşandan û hatibû girtin. Parêzera wî Nagehan Avçil got di danişîna bê lidarxistin de dê biryarek bêteref neyê dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di îloana 2022’yan de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huamettîn Tanrikulu hatibû binçavkirin. Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Suleyman Soylû, Tanrikûlû hedef dabû nîşandan.    Li ser hedefnîşandana Soylû, Tanrikûlû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Danişîna biryarê ya doza Tanrikulu di 3’yê cotmehê de wê li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin.    Tê îdiakirina ku der barê Tanrikûlû de delîlên “endamtiya rêxistinê” hene, îfadeyên du kesan li serê hene, agahiyên îstîxbaratî li ser henê û “maîla îxbarê” ku tê gotin wê Tanrikulu di 9’ê Cotmeha 2021’ê de “tev li rêxistinê bibe” ji bo Midûriyeta Polîsan a Silopiya hatiye şandin, di îdianameya wî de cih digire.    Kezban Kuday û Şiyar Aydin ku der barê bi dehan kesan de îfade dane jî diyar kirine ku Tanrikulu di çarçoveya xebatên siyasî de xebatan bi rê ve biriye û tu xebatek rêxistinî nekiriye.    EMNIYETÊ MAÎL ŞANDIYE    Di danişîna ewil a doza Tanrikulu de hat tespîtkirin ku ew “maîla îxbarê” ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve hatiye şandin. Dadgehê tevî vê yekê jî wê “maîla îxbarê” wek delîl nîşan daye.    HETA 15 SALAN CEZA TÊ XWESTIN    Di îdianameyê de ji Tanrikulu re ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.    Parêzera Tanrikûlû, Nagehan Avçil a rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî dozê axivî û destnîşan kir ku miwekîlê wê di encama hedefnîşandana Wezîrê Karê Navxweyî yê berê Suleyman Soylû de hatiye girtin û ev nayê qebûlkirin. Avçil da zanîn ku daraz û emniyetê di nava hev de der barê miwekîlê wê de tiştekî plankirî ku hûnandî ye hatiye amadekirin. Avçil diyar kir ku dadgeh bi biryarên siyasî tevdigere û di danişîna bê lidarxistin de wê daraz-dadgeh biryarek bêteref neyê dayîn û ew dixwazin daraz biryarek hiqûqî bide.    MA / Omer Îbrahîmogû