ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN 2023-10-02 09:00:23   * Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku bi pergala tecrîda Îmraliyê re DMME û CPT ketine rewşek nîqaşê û Îmrali di warê pergalê de bûye mekanek tecrûbeyê.    * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku pergala tecrîda li Îmraliyê nayê domandin û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê fersendê bidin birêz Ocalan.”    * Hevserokê TUAYDER'a Çukurovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku bi komployê paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hedef hatiye girtin û li dijî komplo û tecrîdê rastiya gelekî ku xwe li derdora Abdullah Ocalan kiriye xelek heye.    * Dayika Şemiyê Hanim Tosûn anî ziman ku bi salan e ji bo Qada Galatasarayê bi îradeyeke mezin têdikoşin û heta dewlet arşîva windayan eşkere neke dê çalakiya xwe bidomînin.   * Suleyman Soylû endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikulu hedef dabû nîşandan û hatibû girtin. Parêzera wî Nagehan Avçil got di danişîna bê lidarxistin de dê biryarek bêteref neyê dayîn.    * Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayên dîsiplînê ku bi sedema greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan li girtiyên li Girtîgeha Sincanê hatiye birîn, “nebinpêkirina mafan e.”    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna 6’emîn a doza cerdevan Ramazan Babat ku tecawizê S.G. ya 16 salî kiribû, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê giran a Şirnexê bê lidarxistin. (10.00)   * Cenazeyê girtî Yilmaz Ozalp ê piştî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Şakranê krîza dil derbas kir, rakirin nexweşxaneyê û duh jiyana xwe ji dest dabû, dê li navçeya Salîhlî ya Manîsayê bê veşartin. (14.00)   * Di pêşengtiya TJA’yê de dê têkildarî bûyerên tacîzê yên çawişên pispor li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî bê dayîn. (16.00)