Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da 2023-10-01 14:43:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî êrişa li Enqereyê daxuyaniyeke nû de û got her ku hûrgiliyên bûyerê diyar dibin dê bi raya giştî re parve bikin.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê daxuyanî da. Yerlîkaya, got ku tedawiya polîsên birîndar Alîm Reîs Demîrel û Erkan Karataş didome û xetereyeke jiyanî li ser wan nîne.    Yerlîkaya, destnîşan kir ku li gel Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bûyerê lêdpirsin û ev tişt anî ziman: “Wezîrê me yê dadê daxuyanî da û lêpirsîna edlî hate destpêkirin. Her ku hûrgiliyên bûyerê diyar dibin em ê bi raya giştî re parve bikin.”    Yerlîkaya ji bo biryara “qedexeya weşanê” jî spasiya serdozgerê Enqereyê û RTUK’ê kir.