Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt 2023-10-01 13:26:16     AMED - Hat îdiakirin ku li navçeya Hezroyê zarokekî 15 salî bavê xwe bi çekê kuşt.    Hat îdiakirin ku zarokê 15 salî Î.G. li navçeya Hezro ya Amedê bavê xwe Taner G. ku xebatkarê paqijiyê bû bi çekê kuşt. Î.G. hate binçavkirin. Hat îdiakirin ku çeka di bûyerê de hatiye bikaranîn hatiye desteserkirin û çeka dewletê ye ku daye malbata cerdevan.    Cenazeyê Taner G. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê.