ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-01 09:00:09   * Mehmet Ocalan tekildarî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan anî ziman ku divê hemû kes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe û wiha got: "Heke me bikariya rêya Îmraliyê vebike ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedida."   * Çalakvanên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketina greva birçîbûnê diyar kirin ku têkoşîna ku li dijî rakirina tecrîdê tê dayîn lawaz e û wiha gotin: “Bi girankirina tecrîdê dixwazin ku çiraya gelên azadîxwaz vemirînin. Lê ew çira dê venemire û em ê planên komplogeran vala derbixînin."   * Li Girtîgeha Beşîkduzuyê ya Trabzonê di serdegirtina qawîşê de qeysikên girtiyê nexweş Abdurrahman Îverendî hatin desteserkirin. Dayika wî bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Kurê min bi alîkariya qeysikê dikare here û were.”    * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, ji bo meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komploya navdewletî li dar bixin, bang kir.    * Firat Nebîoglû ku li girtîgehê her du gurçikên wî jî xera bûne û ji 70 kîloyî daketiye 48 kîloyan û girêdayî diyalîzê ye, 4 meh in serlêdana wî ya ji bo taloqkirina înfazê nehatiye bersivandin.   * Aktîvîsta TJA’yê Gonul Uzunay diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komployê paradîgmaya Abdullah Ocalan kiribûn hedef û wiha got: “Lê belê nekarîn armancên xwe pêk bînin. Bi paradîgmayeke gerdûnî bûyî re rû bi rû man.”   * Lijneya Giştî ya Meclisê dê bi boneya 2’yemîn Sala Qanûndanînê ya Serdema 28’an îro bicive.    * Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin dê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00) ZINDΠ   * 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê di roja 5’an de berdewam bike. (11.00-19.00)   * DAD, dê kongreya xwe li Cemxaneya Gaziyê ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê li dar bixe. (13.00)