Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin 2023-09-30 15:18:09   STENBOL  - Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya “Rûniştina F” bal kişandin ser rewşa Celalettîn Can ê ku nexweş e û hat gotin heke neyê tedawîkirin dê çavê wî kor bibe.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 601’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û gelek parêzvanên mafên mirovan, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên HDP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Celalettîn Can bila bê berdan” hatin vekirin.    Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Jimara 5’an tê ragirtin.     Aktîvîstê Hewldana 78’an Îsmet Evren daxuyanî da û diyar kir ku hiqûqa dijminane ya li dijî girtiyan berdewam dike û xwest hemû mafên girtiyan li wan bên vegerandin.    REWŞA WÎ GIRAN DIBE    Evren da zanîn ku Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê agirtin nexweşiyên apnesî, mîde û çav pê re hene û her wiha penceşêa prostatê jî lê ketiye û ew nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Evren got Celalettîn Can ji ber ku di sala 2011’an de qezaya trafîkê kiriye di lingê wî de platîn heye û her ku diçe temen û nexweşiya wî lê pîr dibe û ji ber ku w^salek û 3 meh ceza xwariye di 31’ê tebaxê de hatiye girtin. Evren destnîşan kir ku heke tedawiya Can neyê kirin wê çavên wî kor bibin û ji ber nexweşiyan jiyana wî di bin xetereyê de ye û xwest tavilê bê berdan.