Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin 2023-09-30 14:14:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Ûrmiyeyê Fatemah Mohammed Panahî ku di temenê biçûk de hate zewicandin û tundiyeke sîstematîk lê dihate kirin, hate qetilkirin.    Zaroka bi navê Fatemah Mohammed Panahî ya 17 salî ku ji gundê Serdeşt ê girêdayî bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê ferdên malbatê ve bi çekê hate kuştin. Hate diyarkirin ku Panahî beriya salekê bi pismamê wê S.M. re bi darê zorê hatiye zewicandin û piştî hatiye zewicandin tundiyeke sîstematîk lê hatiye kirin. Hate diyarkirin ku Panahî ya ji ber tundiya lê dihate kirin çûye mala malbata xwe ji aliyên birayên xwe A.M. û B.M. ve bi çekê hatiye qetilkirin.    Li Îranê di 9 mehên ewil ên salê de herî kêm 52 jin û zarok bi hinceta “namûsê” hatin qetilkirin û di 7 mehên dawî de li Ûrmiyeyê 7 jin hatin qetilkirin.