Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin 2023-09-30 14:04:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama gule berdana leşkerên rejîma Îranê de kolberê bi navê Muhammed Halîdî jiyana xwe ji dest da.    Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama gule berdana leşkerên rejîma Îranê de kolberê kurd ê bi navê Muhammed Halîdî hate qetilkirin. Cenazeyê Halîdî rakirin Nexweşxaneya Salah Aldîn. Hate diyarkirin ku di heman rojê de du kesên bi Halîdî re li ser sînor bûne bi guleyên hatine berdan birîndar bûne.    Li gorî rapora mafên mirovan; tenê li Rojhilatê Kurdistanê di 7 mehên ewil de di encama gule berdana leşkerên rejîmê de 85 kolberan jiyana xwe ji dest daye.