Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî 2023-09-30 13:24:51   ENQERE - Endama Komîsyona Amadekariya Kongreyê Ebru Gunay, anî ziman ku kongreya dê di 15’ê cotmehê de li dar bixin dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka wan a siyasî û wiha got: “Ev kongre ne tenê kongreya guhertin, veguherîn, ji nû ve biryardayînê ye, di heman demê de kongreyeke ku em ê ji nû ve bi azadiyê re tacîdar bikin e.”   Endama Komîsyona Amadekariya Kongreyê Ebru Gunay têkildarî kongreya Partiya Çepên Kesk a wê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê” di 15'ê cotmehê de li Eywana Werzîşê ya Ataturkê bê lidarxistin li avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat dayin.    Gunayê da zanîn ev kongre yek ji kongreya krîtîk a dîroka siyasî ya wan e û got partiya wan berpirsiyariya guhertina dîrokî hilgirtiye ser xwe. Ebruyê bi lêv kir ku wan ji xwe dest pê kirine û biryara guhertineke radîkal dane û got wê bi îradeya deh hezaran kongreya xwe li dar bixin.    Gunayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:   “Wekî hûn jî dizanin piştî hilbijartinê ev 4 meh in em li qadan xebatan dimeşînin. Di nav xebatên dûvdirêj de bêsekin em xebitîn û em gihiştin vê rojê. Di vê pêvajoyê de bi 30 hezar kesan re em hatin ba hev. 10 komxebat pêk hatin û herî dawiyê jî Konferansên me yên jinan û ya giştî jî pêk hat. Di van konferansan de nîqaş hatin nirxandin û biryar hatin girtin. Helbet em xebatên Kongeya xwe bi girîngiyeke dîrokî dimeşînin. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bi temamî ji bo veguherînê li qadan in em ê jî xwestekên gelan bibersivînin. Em dixwazin vê pêvajoyê bi gelê xwe re temam bikin. Kongreya me dê 15’ê Cotmehê saet di 10’an de li Eywana Sporê ya Ataturk de pêk were. Kongre dê girseya me, coş û kelecan û biryardariya me nîşan bide. Her kes dê bibîne ku fikriyata Partiya Çepên Kesk li qadan e, li ber xwe dide. Şîara me jî Ji bo Azadiyê Em Digihîjin Hev, Ji bo Azadiyê Destpêkeke Nû ye.    Di vê kongreyê de guhertina tuzuk û rêvebiran jî dê çêbe. Yanî veguhertin dê bi her awayî xwe nîşan bide. Herwiha em ê navê partiyê jî bi biryara gelên xwe biguherînin. Ev kongre ne tenê kongreya guhertin, veguherîn, ji nû ve biryardayînê ye, di heman demê de kongreyeke ku em ê ji nû ve bi azadiyê re tacîdar bikin e. Ez ji vir cardin bangewaziyê dikim; jinên ku dibêjin Jin Jiyan Azadî, ji bo azadiyê em wan dawetî Kongreya xwe ya Mezin dikin. Ciwanên ku ji bo pêşerojê têkoşînê dikin, em wan jî dawetî Komgreya xwe dikin. Ji ber ku Partiya Çepên Kesk bi têkoşîna jinan û bi hêza ciwanan li ser piyan e. Em dîsa temamê gelê xwe dawetî kongreya xwe dikin.”