Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan 2023-09-30 09:05:51 ENQERE - Girtiyên ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş çalakî li dar xistin, di çaçroveya lêpirsîna dîsiplînê de îfade dan.    Li Girtîgeha Sîncan a Jinan, girtiyên siyasî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo girtiyên nexweş bên berdan, 3 rojan çalakiya newergirtina xwarinê û nan li dar xistibûn. Girtiyên ku Îdareya Girtîgehê der barê wan de lêpirsîn da destpêkirin, îfade dan.    Girtiyên ku sergardiyan û peywirdarê Buroya Înfazê îfadeya wan girt, diyar kirin ku çalakiya wan di çaçroveya "azadiya derbirînê" ya di xala 19'an a Beyannameya Mafên Mirovan a Gerdûnî de ye. Girtiyan rewşa girtiyên nexweş û pirsgirêkên li girtîgehê ragihandin û car din dubare kirin ku divê girtiyên nexweş bên berdan.    Tê payin ku lêpirsîn di nêz de bi dawî bibe û biryar teblîxî girtiyan bê kirin.    MA / Dîcle Muftuoglû