Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest 2023-09-29 12:32:32   ENQERE - Çapxaneya Meclisê ku kartvîzîtên tirkî bê pere çap dike, daxwaza çapkirina kartvîzîtên kurdî qebûl nekir û ji bo çapkirinê pere xwest.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, di 12’ê tîrmehê de bi rêbaza sîparîşa elektronîk ji bo hezar kartvîzîtên ku ji bilî avahiya Meclisê û amblema wê, nav û paşnavên parlamenter li ser in serî li Çapxaneya Meclisê da.    JI BO KARTVÎZÎTÊN KURDÎ DAXWAZA PEREYAN   Daxwaza kartvîzîtên tirkî saet 11.00’an de hate kirin û çapxaneyê saet di 15.57’an de bersiveke erênî da. Kordû rojekê pişt re saet di 12.00’yan de daxwaza hezar kartvîzîtên kurdî kirin. Lê çapxaneyê daxwaz qebûl nekir. Çapxaneyê pişt re îdia kir ku kurdî “zimanê biyanî” ye û ji bo çapa 300 kartvîzîtên kurdî 255 lîre pere xwest.    Kordû li ser vê yekê di 4’ê tebaxê de pêşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Meclisê ji pêşniyazpirsa ku Kordû pêşkêş kir re got ku rewş di çarçoveya mewzûatê de ye û heke pere bê dayîn dê daxwaz were qebûlkirin.   MA / Mehmet Aslan