Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike 2023-09-29 09:07:41 SÎNCAN - Girtiya nexweş Selver Yildirim nayê tedawîkirin lewma xetere heye ku çavên xwe winda bike.    Girtiya nexweş Selver Yildirim li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û roj bi roj çavên wê kor dibin. Çavekî Yildirim bi temamî kor bûye û rêjeya dîtinê ya çavê din jî ji sedî 20’ê daketiye ji sedî 15’ê. Li gorî agahiyan; nexweşiya çav û êşên çavên Yildirim cara ewil di sala 2014’an de dest pê kir. Yildirim, wê demê li Girtîgeha Elbistanê dihat ragirtin û ji ber êşa çavên xwe sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê hate kirin. Lê belê bijîşkê bi navê Yûsûf Guneş tedawiya destkelemçekirî li Yildirim ferz kir. Ji ber ku Yildirim ev sepan qebûl nekir, nehat tedawîkirin. Yildirim, her ku ji bo sewqa nexweşxaneyê serlêdan dikir bi qasî 2-3 mehan hate sekinandin û teşhîskirina nexweşiya wê 7 salan domiya.    Piştre li Zanîngeha Sutçu Îmam a Mereşê ji bo çavê Yildirim teşhîsa herikîna şilavê )SSR) kir. Lê belê bêyî ku were tedawîkirin şandin Girtîgeha Elbistanê. Ji ber ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê lazer tune bû, Yildirim nehat tedawîkirin. Piştî ku êşa çavên wê zêde bû, çû revîrê û xwest sewqî cem bijîşk were kirin. Bijîşkê revîrê jî dermanekê dilopê yê ji rêzê nivîsand û jê re got; “heke derbas nebe dîsa were.” Bijîşkî daxwaza sewqkirinê ya Yildirim qebûl nekir.    TEDAWÎ HATE ASTENGKIRIN    Dema Yildirim tiştekî giran rakirî hema hema çavê wê êdî qet nedît. Li ser vê yekê sewqî Dîlokê hate kirin. Li vir 3 mehan bi tena serê xwe ma û bi hinceta “febrîqeyên lazerê hatin girtin” nehat tedawîkirin. Piştre jî Yildirim anîn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Yildirim, li Nexweşxaneya Bîlkentê dest bi tedawiya lazerê kir. Herî dawî 3 meh berê hate tedawîkirin û mercek û berçavka rojê jê re hate nivîsandin. Lê belê rêveberiya girtîgehê bêyî ku hincetekê nîşan bide destûr neda ku hem mercek û hem jî berçavk bikeve girtîgehê.    Çendek roj berê ji ber ku bijankê wê kete çavê wê yê diêşe, Yildirim bi awayekî lezgîn sewqî Girtîgeha Dewletê ya Sîncanê hate kirin. Bijank, bi lazerê hate şewitandin. Yildirim piştre çû kontrolê û ji ber ku jana çavê wê derbas nedibû, dîsa lazer hate kirin. Êşa çavê Yildirim derbas nebû û ji bo kontrolê randevû dane 3 meh piştre.    Ji ber êşa di çavên xwe de; Yildirim ne dikare bixwîne, ne dikare binûse ne jî dikare televîzyonê temaşe bike. Di heman demê de Yildirim ji ber êşa di çavên xwe de dema diaxive zehmetiyê dikişîne û nikare li cihên dûr binêre.    Yildirim, ji ber astengkirina mafê tedawîkirinê serî li wezaretên tenduristiyê û dadê û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Baroya Enqereyê da.    MA / Dîcle Muftuoglû