Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe 2023-09-29 09:04:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû, diyar kir ku ji ber ku rojnamevaneke kurd e 5 meh in girtiye û got: "Tu dîwar dê nikaribin me ji pîşeya me dûr bixin."    Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû 5 meh in girtiye. Muftuoglû, di 29'ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de tevî edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz û 17 kesên din hat binçavkirin. Muftuoglû, di 3'yê gulanê de tevî rojnamevan Yilmaz hat girtin.    Îdianameya der barê Muftuoglûyê de çend roj berê hat amadekirin. Di îdianameyê de ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û rêvebirina rêxistinê" hat amadekirin, biryara nekarbidestiyê hat dayîn û ji Girtîgeha Cezayê Giran a Amedê re hat şandin. Ji ber ku îdianame hê ji aliyê tu dadgehan ve nehatiye qebûlkirin, veneguheriye dozê. Di îdianameyê de ku ji 43 rûpelan pêk tê û 41 rûpelê wê der barê "pergala KCK'ê" de ye, gelek tiştên razber wekî sûc hatine hesibandin.    NAMEYA MUFTUOGLÛ   Muftuoglû ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, 5 mehên xwe yên girtinê nirxandin. Nameya Muftuoglû ya bi sernavê "Li Dijî Qanûna Ceza be, Çima Em Girtî ne?" bi vî awayî ye:    "Helbet bersiveke hiqûqî ya pirsa min tune ye. Em di 29'ê nîsanê de hatin binçavkirin û di 3'yê gulanê de jî hatin girtin. Tu hêleke hiqûqî ya girtina me tune ye. ÎDianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê berpêşî Dadgeha Ceza ya 28'an a Enqereyê kir, li dijî Qanûna Ceza hat dîtin û hat redkirin. Hat xwestin ku tu pêwendiyeke fiîlî û hiqûqî ya kesên di îdianameyêd e bi hev re tune ye û divê îdianame cuda bên nivîsandin û xwest ji cihê sûc 'Antalyayê' re bê şandin.    Ne pêkan e ku mirov hin xalên biryarê nepejirîne. Gava ez û hevalê xwe Sedat Yilmaz ku em li heman taxê dimînin bi hev re li Amedê hatin binçavkirin, em bi kesên ku piraniya wan nas nakin û em li tu derê leqayî hev nehatine hatin binçavkirin. Helbet midûriyeta polîsan a Enqereyê beriya hilbijartinê bi çend rojan sansansyoneke mezin afiran û em wekî 'çavkaniya fînansa rêxistinê hat zevtkirin' nîşan dan. Çapemeniya ku piraniya wê berdevkiya desthilatê dike jî bêyî ku li mijarê mêze bike ev yek serwîs kir. Ji bo vê çapemeniyê nimêja cenaze ya rêgezên wekî piştrastkirinê û lêkolînkirinê ji zû de hatibû kirin. PIştî çar rojên di binçavan de em anîn Kampusa Girtîgeha Sîncanê. Girtiyên mêr ku Sedat Yilmaz jî di nav wan de birin Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê û ez jî birim Girtîgeha Sîncanê ya Jinan."    Belê, 3'yê gulanê Roja Azadiya Çepemeniyê ya Cîhanê, biryara 'girtinê' ya du rojnamevanên din jî hatibû dayîn.    Niha 5 mehên me ye em girtî ne. Lê ez dizaim tu dîwar nikarin me ji pîşeya me dûr bixin û ez careke din dubare dikim. Lê ger em vegerin pirsa di sernavê de, em ji ber ku rojnamevanên kurd in, girtî ne. Ji ber ku em pênûsa Apê Mûsa, serînetewandina Cengîz Altûn, inyada Gûrbetellî Ersoz, inyada çapemeniya azad in ku gava avahiya rojnameyê hat bombekirin û got, 'Dê ev agir we jî bişewitîne', girtî ne. Ji ber ku em endamên kevneşopiya çapemeniya azad in ku kiryarên Şahîn Oner, Kemal Kûrkût, kiryarên N.Ç.'yê (13) ku karmendên dewletê jî di nav de gelek kesan dest dirêjî wê kir û deşîfre kirin û çîrokên ciwanên li dijî DAIŞ'ê şer kirin û ji Cûdiyê heya Akbelenê qirkirina ekolojiyê ragihandin, em girtî ne.    Em jî û raya demokratîk jî baş dizanin ku em çima girtî ne. Helbet girtina me tenê hêleke azadiya fikr û ramanê ye. Lê şert û mercên xebatê yên rojnamevanan her roj dijwar dibin. Şopandina nûçeyan zehmet dibe, nûçeyên wan tên astengkirin, ekran tên reşkirin, rojnamevanên endamên sendîkayê ne ji kar tên derxistin. Li cihekî ku ev qas êriş hene, pêdiviya me ji her wextî bêtir bi têkoşîn û yekîtiyê heye. Bi vê munasebetê ez careke din ji bo têkoşînê bang li rêxistinên pîşeyî, rojnamevanan û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê dikim."