Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin 2023-09-29 09:02:03 ŞIRNEX - Gundê Kiwexê yê êzidiyan ku tê texmînkirin xwedî dîrokeke hezar û 200 sala ye, di hedefa dewletê de ye. Bi meha ye propagandaya “Êzidî vedigerin gundê xwe” tê kirin lê belê li gund tu êzidî najîn û di bin navê turîzmê de pêşkeşî sermayeyê tê kirin.    Civaka êzidî ji ber baweriya xwe ya qedîm ji dîrokê ve rastî 74 fermanan hatine. Di her fermanê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, yên mayî bi rêyên koçberiyê ketin. Çerxa zext, zordarî û qirkirinê ya li ser êzidiyên bakurê Kurdistanê jî xwedî çîrokeke dûvdirêj e. Bi hezaran êzidî ji ber gefa qirkirinê berê xwe dan welatên Ewropa û cîhanê. Li gorî lêkolînan, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 550 êzidî û li Ewropayê jî 150 hezar êzidî dijîn.    Bi sedan gundên êzidiyan li Şirnex, Êlih û Mêrdînê hebûn. Lê belê ji ber polîtîkaya qirkirinê ya me li jor vegotî, gelemperiya van gundan vala bûn û niha li şûna wan hinek kesên din dijîn. Yek ji van gundan jî gundê Kiwexê yê navçeya Hezex a Şirnexê ye. Li gundê behsa xeberê 130 mal hene lê di nav wan de yek êzidî tune ye. Heta salên 1980’an jî bi sedan êzidî li Kiwêxê dijiyan. Lê bi giranbûna zextên siyasî û leşkerî, êzidiyên gund neçar man ku berê xwe bidin Ewropayê.    MALÊN LI SER ŞIKEFTAN HATINE AVAKIRIN   Li gorî lêkolînên dîrokî, gundê Kiwexê hezar û 200 sal berê hatiye avakirin. Lê gund 37 sal in vala ma. Tevî terikandina gund, gundê Kiwexê hêj tevna xwe winda nekiriye û li binê hin xaniyan bi metreyan qadên jiyanê hene. Malên gund hêj jî li ber xwe didin. Yek ji taybetiyên avahiyên gund ew e ku li ser şikeftan hatine avakirin. Sedema vê jî weke parastina ji êriş û komkujiyan tê destnîşankirin.    ÊZIDÎ JI BER ZEXTAN NIKARIN VEGERIN LÊ WALÎTÎ DIBÊJE ‘ARAM E’    Niha li gundê Kiwexê tu êzidî najîn lê walîtiya Şirnexê seferberî ragihandiye. Gundê ku êzidî nikarin lê vegerin, di bin navê “turîzmê” de pêşkeşî sermayeyê tê kirin. Çapemeniya medyaya navendî jî propagandaya “Êzidî vedigerin gundên xwe û gundê herî aram ê Şirnexê ye” dike. Di bin navê “turîzmê” de reseniya gund tê xerakirin. Îdareya Taybet a Bajar a Şirnexê niha ji bo Kiwexê xebatên birina rê, ceyran û avê dike.    HEWL DIDIN GUND PÊŞKEŞÎ SERMAYEYÊ BIKIN    Midûrê Midûriyeta Çand û Turîzmê yê Şirnexê Hazim Ûcûn demek berê daxuyaniyek da û bi van gotinan pêşkeşkirina gund a ji sermayeyê re piştrast kiribû: “Îxtîmaleke mezin e ev der dê ji turîzmê re were vekirin. Ji bo vê jî xebat tên meşandin. Armanca me ew e ku em bala turîstan bidin vê derê.”   DIXWAZIN LI GUND QEREQOLÊ AVA BIKIN   Koçerên herêmê her sal di demsala payîzê de li derdora gund bi cih dibin. Lê belê leşkeran îsal bi hinceta “fermana walî heye” nehiştin koçer li wir bicih bibin û ji gund derxistin. Li gorî agahiyan, dê qereqoleke nû li gund were çêkirin.   ÊZIDÎ NERAZÎ NE Û DOZ VEKIRIN   Têkildarî mijarê em bi êzidiyên gund re ku niha li Ewropayê dijîn axivîn. Nexwestin navên xwe bidin û sedema wê jî wiha vegotin; “Heke sibe du sibe em vegerin gundên xwe, ditirsin ku dewlet zextê li me bike û me bigire.” Êzidiyan, diyar kirin ku bêyî destûra wan mudaxileyî gundê wan hatiye kirin. Bi domdarî destnîşan kirin ku ji ber zextên dewletê bi sala ye nikarin vegerin gundê xwe û gundê wan niha pêşkeşî sermayeyê tê kirin. Welatiyên êzidî dan zanîn ku li dijî vê hewldanê doz vekirine û doza wan didome.    MA / Zeynep Durgut