ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-29 09:00:19       * Seyrî Îpek got ku bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” re xeleka berxwedanê hatiye avakirin û komploya navneteweyî bi saya sekna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vala hatiye derxistin.    * Îbrahîm Çoban, birayê Kubra Çoban a 14 salî ku di pîrozbahiya alîgirên AKP'ê de birînda bû û piştî 4 mehên tedawiya li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bertek nîşan da û got ku heke tedbîr bihatina girtin wê wisa nebûna.      * Gundê Kiwexê yê êzidiyan ku tê texmînkirin xwedî dîrokeke hezar û 200 sala ye, di hedefa dewletê de ye. Bi meha ye propagandaya “Êzidî vedigerin gundê xwe” tê kirin lê belê li gund tu êzidî najîn û di bin navê turîzmê de pêşkeşî sermayeyê tê kirin.    * Ji BEKSAV'ê Rûşa Sabûr, ragihand ku di serdema nû de Koroya Gel ava kirine û hewl didin tevî Meclisa Sînemayê ya di bin banê wan de, mîhrîcaneke fîlman li dar bixin.    * Endamên Komîsyona Girtîgehê ya OHD a Şaxa Mêrsînê ku çûn Girtîgeha Aksarayê ya Tîpa T'yê, ragihandin ku dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin, berdana girtiyan bi zextên dozger û derûnasê girtîgehê bi pirsên wekî "Gava tu ji girtîgehê derkevî tu yê daxilî nava siyaetê bibî yan biçî çiyê? Fikra te ya der barê Abdullah Ocalan de çi ye?" tê astengkirin.    * Jinên mexdûrên erdhejê di atolyeya dirûtinê ya ji aliyê Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê ve hat avakirin, bi hilberînê xwe li jiyanê digirin. Jinan diyar kir ku hê jî gelek kêmasiyên kargehê hene û ji bo vê bang li mirovên hestyar kirin.   * Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû, diyar kir ku ji ber ku rojnamevaneke kurd e 5 meh in girtiye û got: "Tu dîwar dê nikaribin me ji pîşeya me dûr bixin."    * Ji damezrînerên Civata Ahûra Rîtîmê Samî Hosseînî diyar kir ku çanda populer muzîkê veguherandiye amûreke mezaxtinê û got: "Pirbûna tiştekî, mezaxtinê hêsantir dike û dike ku aliyên wê yên baş neyên dîtin. Ev yek dike ku muzîk mayinde nebin."    * Rojnameger Ekrem Beraat ku li Akademiya Çapemeniyê ji hêla rojnameger Seyît Evran ve hate perwerdekirin diyar kir ku Evran ji bo hemû rojnamegerên Çapemeniya Azad bûye çirayek û wiha got: “Herdem digot ‘herkes dikare bibe rojnameger lê hemû kes nikare bibe rojnamegerê şoreşger.’ Gelek rojnamegerên şoreşger mezin kir.”   * Danişîna Doza Kobanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin, dê berdewam bike. (10.00)   * Li Amedê di pêşengtiya KCD, DBP, TJA û MED TUHAD-FED’ê de têkildarî 9’ê Cotmehê Komploya Navnetewî dê li avahiya MED TUHAD-FED’ê de daxuyanî bê lidarxistin. (11.00) ZINDΠ   * 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê di roja 3’yemîn de berdewam bike. (13.00-19.00)   * Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Qilebanê dê têkildarî veguhestina dengan a navçeyê ya beriya hilbijartinê ya ji aliyê qeymeqamtiyê ve li ber avahiya partiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (14.00)   * Baroya Şirnexê û Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê dê li gundê Bana ku du meh û nîv in di bin dorpêça leşkeran de ye serdana gundiyan bike. (15.00)