Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin 2023-09-29 08:45:23   EDENE - Polîsan di saetên serê sibê de bi ser şaredariyên Seyhan û Çûkûrovayê yên CHP’ê de girtin.    Polîsan li Edeneyê di saetên serê sibê de bi ser şaredariyên Seyhan û Çûkûovayê yên di bin rêveberiya CHP’ê de girtin. Ji serdegirtinê re îdiayên “di îmarê de nêlirêtî hatiye kirin” û “bertîl hatiye wergirtin” weke hincet hatin nîşandan. Polîsên ku her du şaredarî dorpêç kirin, dest danîn ser gelek ewraqan. Her wiha hate diyarkirin ku polîsan bi ser hin malan de jî girtine û hin kes binçavkirine. Lêgerînên li şaredariyan didomin.