Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2023-09-29 07:55:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê 2 bira rastî êrişa çekdarî hatin, yek ji wan jiyana xwe ji dest da.    Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di encama êrişa çekdarî ya li dijî du kurên Hosta Hesenê Kebabçî de yekê jiyana xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bû.   Dawiya meha tebaxê jî cenazeyê Hosta Hesenê Kebabçî li nav baxçeyê wî hatibû dîtin. Li gorî nûçeya Rojnewsê duh bişev jî bi çekan êrişê du kurên wî hatiye kirin û di encama gulebaranê de kurekê wî jiyana xwe ji dest da û kurê din jî bi giranî birîndar bû.   Asayîşa Silêmaniyê dest bi lêkolîna bûyerê û lêgerîna binçavkirina kes an jî kesên bûyer pêk anîne kir lê heta niha kiryar an jî kiryarên bûyerê nehatine binçavkirin.