Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da 2023-09-28 21:28:10   WAN - Serokê AKP'ê yê Rêya Armûşê yê berê Mûrat Beşenk, mala cîranên xwe gulebaran kir. Di gulebaranê de kesek jiyana xwe ji dest da. Şahidan got: "Gava AKP'iyan malê gulebaran kirin 4 wesayîtên zirxî li wir bûne."    Li Taxa Şûşanisê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Serokê AKP'ê yê Rêya Armûşê yê berê Mûrat Beşenk û xizmên wî mala malbata Bîrîkê gulebaran kirin. Di êrişa çekdarî de Goksel Bîrîk jiyana xwe ji dest da û Dogûkan Bîrîk (23), Semîh Bîrîk (32), Mûstafa Bîrîk (16) û Yûsûf Bîrîk (17) jî birîndar bûn. Ji birîndaran ku li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin birîna Semîh Bîrîk xedar e.    Hat hînkirin ku Mûrat Beşenk, parêzvaniya Serokê AKP'ê yê Rêya Armûşê Yavûz Kûşan dike. Heya niha têkildasrî bûyerê tu kes nehatine binçavkirin. Cenazeyê Goksel Bîrîk rakirin Saziya Tiba Edlî. Gelek polîs, TOMA û wesayîtên binçavkirinê sewqî ber Saziya Tiba Edlî hatin kirin.   Şahidên bûyerê gotin: "Gava AKP'iyan malê gulebaran kirin 4 wesayîtên zirxî li wir bûne."