Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin 2023-09-28 19:35:48   STENBOL – Hevserokê BEKSAV'ê Ahmet Ûçar li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hat binçavkirin.    Wefqa Lêkolînên Zanist Perwerdehî Çand û Hunerê (BEKSAV) li ser hesabê xwe yê X'yê daxuyand ku hevserokê weqfê Ahmet Ûçar li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedema binçavkirinê nehatiye hînkirin û wiha hat gotin: "Dê hunermendên sosyalîst serî netewînin, em ê her li ser rêça xwe bin!"