AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike 2023-09-28 13:17:36   ENQERE - AYM biryar girt ku wê serlêdana şexsî ya parlamenterê girtî Can Atalay di 5’ê cotmehê de lêkolîn bike.    Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê yê Hatayê Can Atalay ji ber sedemên xwepêşadanên Parka Geziyê ceza lê hatiye birîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku wê serlêdana Atalay a şexsî di 5’ê cotmehê de binirxîne. AYM diyar kir ku di 5’ê cotmehê de civîna wan heye û wê rewşa girtina Atalay binirxîne.