Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya 2023-09-28 11:15:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma “Hukmê Qanûnê” jî di bernameya Festîvala Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê de cih digire. Li ser vê yekê Wezareta Çand û Turîzmê ji festîvalê vekişiya.    Fîlm ango belgefîlma “Hukmê Qanûnê (Kanun Hükmü)” behsa du xebatkarên cemaweriyê ku îxrac bûne dike. Belgefîlm bû mevanê 60'emîn Festîvala Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê. Lê ewilî belgefîlm hat sansûrkirin. Li ser bertekan belgefîlmê di pêşbaziyê de cih girt. Piştî Wezareta Çand û Turîzmê ve yekê bihîst, ragihand ku ji festîvalê vekişiyaye.    Wezaretê di daxuyanya ku ragihand de anî ziman ku belgefîlma “Hukmê Qanûnê” jî di Festîvala Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 60’emîn cih digire û diyar kir ku belgefîlm propaganda “FETO” dike û vê yekê wan xemgîn kiriye.    Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: “Wê huner nebe parçeyek hêmana provakasyonê. Ji ber vê yekê jî em ji festîvalê vedikişin.”    ÇI BÛBÛ?   60'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê biryar dabû ku belgefîlmê Nejla Demirci ê bi navê "Kanun Hukmu" ji festîvalê derxe. Piştî vê yekê rastî gelek bertekan hatibû. Juriya festîvalê dijî vê yekê daxuyanî dabû. Derhêner û sazkarên fîlmên ku di pêşbaziyên Fîlmên Metrajdirêj, Belgefîlm û Kurtefîlman de ne daxuyanî dan û fîlmên xwe bi paş ve kişandin.   Derhêner û sazkaran got ku derxistina belgefîlmê “Hukma Qanûnê” ji festîvalê tê wateya tehdîda li hemberî huner û azadiya ramanê û ew vê yekê qebûl nakin û heke belgefîlm di pêşbaziyê de cihê xwe negire, ew ê di nav festîvalê de cih nagirin.